BAJÊREK JI EVÎNA DÎNEKÊ | Hilbîn Muhemed Baqir

BAJÊREK JI EVÎNA DÎNEKÊ | Hilbîn Muhemed Baqir

Birînên dareka stuxwar
Destanek ji ezel avda
Pê navkirin

Bi dînatiya min!



Di germatiya el ezrayê de
Telhên xwe havêtin
Gurz gurz
Di nav lîsê
Nehêniya miyatiyê dipêçandin
Sucde dibrîn bo pirtûkên Semawî
Min nema dît
Sal qulipî
Ji kevne sala par xwe daqutand
Salek nû ye
Serpêhatiyên bajarê dîna û
Ez jî dînek di awaza xwe de Bê dîn bûme
Di perstgeha pir siyaran
Pêngavek min hil neda
Qufil bûm
Ew xanima biskên şevê vehandîn
Di cilên bê nivêjahî de
Bê mereq,zala xwe havêt ser tuxîbên sîm kirî
Dibêjinê..
Xanimeke dîn!
Di vî çerxî de!
dînatî aqil bûne di beraeta çavên te de
Di beraeta çavên te de
Xwe tê dibînim
Û guneha rûîsatiya şaereka qedexekirî
Xwe tê dihelînim
Dibim mirîdê jineka aşiq
Di tabloyê eşqê de hişke zimanek bi rûmet
Û westiyayî…     
Erê xanim
Li ber siya darek hêviyên sebrîn
Firek ji bayî can dûr merg bûm
Qurçek ji rûbarê nezuk
Beramber bajarek xaç dayî
Bi hemû muqedesan
Firşik didm
Li min bibore
Ne  rastî qetlê zor destiyê dubat dikit
Ne derew ji rastê fam dikit
Bi tenê ya mayî…
Li ser depê qiyametê
Bi rengekê pêtî şilqên volkanê
Şaerk min bisojît
Ev demeke bo çêkirina ev ê gunehê
Ta demek dî…
Bimînî bi xêr

ji malpera welateme.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

DIL

Tofana dilê min - Bavê Welat

Ketibûm nava çolek bê ser û ber, dimeşiyam bêhemdî Bi ber tofana dilê xwe ketibûm, ser û bin dibûm di nava coya xeyalan de. Carnan tofan dibû lehî û ez dixistim nava heybeta xwe Berêmin ketibû zozanên Serhed şerefdînê, bilind dihat awaza dengbêjan di nava xum xuma ava jiyanê de. Keliyan hest û...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info